Serokwezîra Danîmarkayê: Qedexeya îhtîmala sewitandina pirtûkên pîroz wê azadiya îfadeyê sînordar neke

04 August 2023 10:01 0 dîtin
Serokwezîra Danîmarkayê: Qedexeya îhtîmala sewitandina pirtûkên pîroz wê azadiya îfadeyê sînordar neke

PeyamaKurd – Serokwezîra Danîmarkayê Mette Frederîksen cara ewil derbarê êrîşên li dijî Qur'anê yên li welatê xwe de axivî û diyar kir, qedexeya îhtîmala şewitandina pirtûkên pîroz wê azadiya îfadeyê sînordar neke.

Mette Frederiksen got, "Ez nafikirim ku neşewitandina pirtûkên kesên din sînordarkirina azadiya derbirînê ye."

Frederiksen, li ser daxuyaniyên hikûmeta Danîmarkayê yên ku wê li dijî êrîşên çandî û olî yên li welêt rêyên tedbîran bikolin diyar kir, qedexeya muhtemel wê "rewşeke ku bibe sedema pirsgirêkê" dernexîne.

Frederiksen derbarê êrîşan de cara ewil axivî û wiha got: "Metirsiya ewlehiyê ya berbiçav heye. Ev jî xetereya me ya îzolebûna navneteweyî derdixe holê. Ev yek bi taybetî di demekê de ku em ewqas hewl didin hevkarî û îttîfaqan ava bikin de pirsgirêk e." .

Di dema dawî de li Danîmarkayê êrîşên li dijî Qur'ana Pîroz zêde bûne, destûrdayîna van kiryaran bertek e.