Gefa sewitandina Balyozxaneya Danîmarkayê li Bexdayê!
PeyamaKurd – Di dema ku alîgirên Tevgera Sedr gefa şewitandina Balyozxaneya Danîmarkayê li paytexta Iraqê Bexdayê dixwin, hêzên ewlehiyê hewl didin pêşiya wê yekê bigirin.
Serokê Tevgera Sedr Muqteda es-Sadr xwenîşandanek organîze kir û gefa şewitandina avahiya Balyozxaneya Danîmarkayê xwar û ber bi Herêma Kesk ve bimeşe.
Hat ragihandin ku li ser pira Cûmhûriyetê di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de alozî derket û xwepêşanderan bi şikandina bendavan hewl dan ber bi herêma Kesk ve pêşve biçin.
Do endamên koma dijberî îslamî û neteweperest "Danske Patrioter (Welatparêzên Danîmarkî)" li Danîmarka li ber Balyozxaneya Iraqê li Kopenhagê Quran şewitandin.
Endamên komê ku pankarta li dijî Îslamê vekirin û dirûşmeyên ku heqaret li Îslamê dikin qîr kirin, ala Iraqê û Quranê avêtin erdê û pê li ser kirin.
Dûvre koma ku Quran şewitandin van kêliyan bi awayekî zindî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.
Komê ragihand ku ji bo protestokirina êrîşa li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê ev çalakî organîze kirine.
Koma bi navê Danske Patrioter berê jî li ber Sefaretxaneya Tirk a li Kopenhagê li dijî ala Tirk û Qurana pîroz çalakî li dar xistibû û heqaret li Îslamê kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin