Hemû karmendên Balyozxaneya Swêd a Bexdayê vegeriyan Stockholmê

21 July 2023 19:04 0 dîtin
Hemû karmendên Balyozxaneya Swêd a Bexdayê vegeriyan Stockholmê

PeyamaKurd – Piştî serdegirtin û êrîşa alîgirên Tevgera Sedr bi ser Balyozxaneya Swêdê ya Bexdayê de, Wezareta Derve Swêdê biryar da ku bi awayekî demkî balyozxaneya xwe ya Bexdayê bigire.

Li gorî medyaya Swêdî, karmendên balyozxaneya Bexdayê ya Swêdê jî ji bo Stockholmê hatin veguhestin.

 Beşa Ragihandinê ya Wezareta Derve ya Swêdê îro öi daxuyaniyekê ragihand, ku karmendên balyozxaneyê Bexdayê bo Stockholmê tênd vegerandin û hate gotin, ewlehî ji me re pir girîng e, hemû xebatkarên balyozxaneyê gihîştine Swêdê.

Hêjayî gotinê ye, duh Pêncşemê penaberê Iraqî, Selwan Momîka di bin parastina hêzên polîs de li pêşiya Balyozxaneya Iraqê ya li Stockholmê hewl da ku Quranê, ala Iraqê û wêneyên serkirdeyê şîe yê Iraqî Muqtedar Sedir û Rêberê Îranê Elî Xaminey bişewitîne û piştre jî ji şewitandina wan poşman bû û dawî li çalakiya xwe anî.

Alîgirên Muqteda Sedir jî piştî wê çalakiyê li Bexdayê êrîşî avahiya Balyozxaneya Swêdê kirin û beşek ji balyozxaneyê şewitandin.