Serokwezîrê Avusturyayê: Divê muzakereyên bi Tirkiyê re werin sekinandin!
Serokwezîrê Avusturyayê Sebastian Kurz di derbarê Tirkiyê de daxuyaniyeke hişk da û got ku divê li ser endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê ya Tirkiyê, muzakereyên têne kirin, werin sekinandin.
Kurz wiha berdewam kir: Êdî li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan bûye tiştekî normal û nirxên demokratîk jibinî jî nemane. Krîterên Kopenhagê nayên meşandin. Ji ber vê yekê êdî ti me’ne nîn e ku bi Tirkiyê re muzakere werin kirin. Berî gavekê divê muzakere werin sekinandin. Belê bi Tirkiyê re em dikarin şirîkatiyê bikin, lêbelê wekî ciranekî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin