Serokwezîrê Belçîkayê: Werin em bi Tirkiyê re li hev bikin û penaberên erdhejê li wir bihêlin

13 February 2023 12:05 0 dîtin
Serokwezîrê Belçîkayê: Werin em bi Tirkiyê re li hev bikin û penaberên erdhejê li wir bihêlin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo diyar kir, ew bi fikar in ku erdheja li Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê pêleke nû ya penaberan çêbike û destnîşan kir, divê kesên mexdûr li Tirkiyeyê bên bicihkirin.

Serokwezîrê Belçîkayê di bernameya televizyonê ya ku beşdar bû de got, "Divê em di vê mijarê de bi Tirkiyeyê re lihevkirinên baş çêkin da ku di navbera me de tişt neqewime."

De Croo bal kişand ser wê yekê ku ji ber erdhejê “5,5 milyon kes niha bê mal mane” û got, divê Yekîtiya Ewropa û civaka navdewletî di zûtirîn demê de çareseriyek ji pirsgirêka xaniyan re bibînin.

Serokwezîrê Belçîkayê diyar kir, ew li ser vê mijarê bi Komîsyona Yekîtiya Ewropayê re axivîne û îdia kir, mexdûrên erdhejê jixwe dixwestin li wê herêmê bimînin.

De Croo amaje bi wê yekê jî kir ku hejmareke zêde ya penaberan ji niha ve li herêmê dijîn û da zanîn, ew herêm bi penaberên Ukraynayî û karesata erdhejê zêdetir bûye.

"Lê YE jî pir qelebalix e. Ji bo vê jî divê bi Tirkiyeyê re peymanên baş bên kirin."

Wezîra Koçberî û Penaberiyê ya Belçîkayê Nicole de Moor beriya niha gotibû, "Li gelek malbatên Belçîkayiyên ku ji ber erdheja li Tirkiye, Rojava û Sûriyeyê mexdûr bûne hene û dixwazin xizmên xwe li malên xwe bihewînin. Me ji bo lez dan pêvajoya serlêdanên vîzeyê yên ji herêmê hatin dayîn."

Herwiha hat ragihandin, beriya erdhejan kesên ku ji herêmên ku erdhej lê bandor bûne ketine welêt, ji bo mayîna xwe ya li Belçîkayê dirêj bikin dikarin serî li Daîreya Koçê bidin.