Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê: Em dixwazin siberojeke bas ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were

09 April 2021 11:29 0 dîtin
Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê: Em dixwazin siberojeke bas ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were

PeyamaKurd –  Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major daxwaz dike, Hikûmeta Brîtanya weke 30 sal berê, bi civaka navdewletî re bixebite ji bo piştevaniya zêdetir li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û diyar dike: “Em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bibe û siberojeke baş ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were.”

Li Parlamentoya Brîtanyayê vîdyo-konferansek li ser salvegera biryara 688an û pêkanîna Herêma Aram hat sazkirin û John Major di konferansê de axivî. Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî di vîdyo-konferansê de beşdar bû.

John Major da zanîn: “Fikra Herêma Aram li Brîtanyayê hat danîn, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hat piştevanîkirin, ji aliyê Amerîkayê ve hat pesendkirin, li Neteweyên Yekbûyî jî biryar hat dayîn.”

Major eşkere kir: “Rê li ber êrîşên esmanî yên rejîma Sedam ên bi ser gelê Kurd de hat girtin. Niha jî wek hemwelatiyekî asayî, hezkirin û pêzanîna min heye ji bo gelê Kurd, ji bo wêrekiya Pêşmerge, ku di rûbirûbûn û têkbirina tundrewan de qurbanî dane. Pêzanîna min ji bo bexşendeyiya gelê Kurd heye ku bi milyonan aware li xwe girtine.”

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê destnîşan kir: “Ez dizanim niha Hikûmeta Brîtanyayê çiqas girîngî dide pêwendiyên xwe yên bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, ji ber ku nirxên me yên hevbeş hene di rûbirûbûna terorîzm û pabendbûna bi nirxên demokrasî û lîberalîzmê de. Bêyî wan, tu hemwelatî nikare jiyaneke azad û asayîş bijî. Ez baş dizanim ku hîn jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê çavê wê li piştevanî û niyetpakiya Hikûmeta Brîtanyayê ye. Me bi şanazî alîkariya Pêşmerge û xelkê Kurdistanê kiriye û di alîkariyan de jî berdewam dibin.”

Herwiha John Major diyar kir: “Em dixwazin Hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêz bibe û siberojeke baş ji bo hemwelatiyên Kurd pêk were.”

Herî dawî Major eşkere kir: “Çavê min lê ye ez werim Herêma Kurdistanê û wê cadeyê bibînim ku navê min lê hatiye danîn. Ez spasiya wefa û bexşendiyaya gelê Kurdistanê dikim.”