Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi rêveberên saziyên ragihandinê re civiya
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêveberên saziyên ragihandinê yên Kurdistanê re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, armanc ji vê civînê ew e, guftûgoyeke eşkere ligel ragihandinê û di rêya wan re jî ligel gelê Kurdistanê bikin, da ku helwestê hikûmetê derbarê çendîn pirsên girîng de bê ronîkirin û şîrovekirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de daxwaz ji saziyên ragihandinê kir ku hevkar û alîkarê hikûmetê bin ji bo serxistina proseya çaksaziyê û rûbirûbûna gendeliyê û got, erkekî wê yê pîroz û girîng heye û pêwîst e bi berpiryarî erkên xwe cibicî bike.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî da zanîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniyê li azadiya ragihandin û derbirînê û rexnegirtinê dike ji bo çaksazî, baştirkirin û pêşvebirina rewşa Kurdistanê. Lê belê di heman demê de, pêwîst e ragihandin berevaniyê li pirsên niştimanî û destkeftan bike, ji ber ku ji encama qurbaniyên mezin ên gelê Kurdistanê bi dest hatine.
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, Kabîneya Nehem gelek zanyarî belav kirine û ronîkirinên pêwîst dane Parlamentoya Kurdistanê û raya giştî.
Serokwezîr destnîşan kir, em li navçeyeke qeyranan û nearam de dijîn, ji salên borî ve jî rûbirûyî çendîn qeyranan bûne, wek Korona, qeyranên tendirustî û darayî, lê belê tevî wê jî, em ranewestîn û di encamdana projeye û çendîn çaksaziyên di tevahiya wan re de berdewam bûn. Lê belê wek Serokwezîr amaje pê daye, çaksazî proseyeke berdewam e û dem jê re pêwîst e û armanc ji van çaksaziyan, avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz e.
Serokwezîr diyar kir, Hikûmet ya hemû Herêma Kurdistanê ye û bê cudahî jî xizmeta hemû parêzgeh, bajar û navçeyên Kurdistanê dike.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derbarê pêwendiyên ligel Hikûmeta Federal de eşkere kir, Herêma Kurdistanê her dem amade bûye pirsgirêkan ligel Bexdayê li ser bingeha destûrê çareser bike, Herêma Kurdistanê erkên xwe cibicî kirine û daxwaz dike mafên destûrî neyên binpêkirin.
Herî dawî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bersiva têbîn û raperdeyên amadebûyan da û kurteyek jî derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de pêşkêş kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin