Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryar da 641 cotkarên Raperînê bên qerebûkirin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi fermanekê biryar da 641 cotkarên sînorê îdareya serbixwe ya Raperînê bên qerebûkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li gor nivîsa hejmara 3136 ku roja 29ê Îlonê hatiye îmzekirin, ji bo bercestekirina dadperwerî û wekheviyê, biryar daye 641 cotkarên sînorê îdareya Raperîn werin qerebûkirin, ku zeviyên wan ên çandiniyê ketine sînorê şarevaniyan.
Herwiha di nivîsê de hatiye eşkerekirin ku her cotkarek li hember du donim zevî, bi parçeyekî erdê niştecîbûnê bi qasî 200 metre çargoşe wê werin qerebûkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin