Maenza: Cihê dilxwesiyê ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara navçekirina Enkawayê daye

06 October 2021 09:31 0 dîtin
Maenza: Cihê dilxwesiyê ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara navçekirina Enkawayê daye

PeyamaKurd – Komîsyara Amerîkayê ya ji bo Azadiya Olî ya Navdewletî Nadine Maenza, ji ber navçekirina nahiya Enkawa, pesnê biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da.

Nadine Maenza li ser Twitterê da zanîn: “Ez ji ber biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo navçekirina Enkawayê kêfxweş bûm.”

Maenza diyar kir: “Cihê dilxweşiyê ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biryara navçekirina Enkawayê daye û nişteciyên Krîstiyan ên Enkawayê dikarin berpirsên xwe hilbijêrin û bi xwe biryar li îdare û birêvebirina Enkawayê bidin, ev pêngaveke girîng e.”

Do roja Duşemê 5ê Cotmeha 2021ê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Enkawayê kir û biryar da ku ev nahiye bibe qeza û xelkê navçeyê berpirsên îdarî bi xwe hilbijêrin.

Enkawa ji aliyê îdarî ve heta niha nahiye ye û ji aliyê cografî ve dikeve rojavayê bajarê Hewlêrê.

Piraniya nişteciyên wê deverê, Kildaniyên ser bi Dêra Kildanî ya Katolîk in û bi dehan dêr li wê deverê hene û ji 2014an ve Enkawa navenda Dêra Rojhilat a Aşûrî ye.