Serokwezîrê Iraqê di beyanameyekê de serxwesî li gelê kurd kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bi beyanameyekî serxweşî li gelê kurd kir.
Îro 16.03.2019ê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di beyanameya xwe de ragehand, karesata kîmyabarana Helebçê wijdana mirovahiyê hejandiye û rûpelekî reş a rejîma Beis e li hember gelê kurd û jibîr nabe.
Serokwezîrê Iraqê bi boneya salvegera 31.mîn a kîmyabarana Helebçê serxweşî li gelê kurd kir û ragehand: ‘’Helebçe her dê wek hebûna hovatiya dîktatoriyetê bimîne û gel teqez dike ji bo ceza kirina celad û tewanbarên kîmyabarana Helebçê.’’
Adil Ebdulmehdî şehîdên Helebçê wek ‘’Serbilind û nemir’’ pênase kir û kesûkarên wan şehîdan jî wek hêvinê serbilindiyê pênase kir û serxweşî li gelê kurd kir.
Roja 16ê Adarê 1988ê Iraqê bi çekên kîmyayî ve bajarê Helebçê bombebaran kir û ji ber wê zêdetirî 5 hezar hemwelatiyên kurd, ku piraniya wan jin û zarok bûn şehîd bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin