Serokwezîrê Îsraîlê bi peyamekê Newroza welatiyê Îranê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê bi peyamekê Newroza welatiyê Îranê pîroz kir û hêviya xwe ji bo guhertina rejîma Îranê derbirî.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett, di peyameke vîdyoyî de ku bi zimanê Îngîlîzî belav kiriye eşkere kir, Newroz tê wateya Rojeke Nû û mezintirîn hêviya wî jî ji bo xelkê Îranê ew bû ku “rojeke nû bibînin, ew jî roja rizgarbûna ji rejîma tundrew ya Îranê ye.”
Naftali Bennett destnîşan kir, gelek xalên hevbeş ên her du gelên Îsraîl û Îranê hene, her du bi hêz in, dîrokeke wan a kevin û xwedî çandeke dewlemend in û li siberojeke baştir digerin.
Îsraîl li dijî rêkeftina atomî ya li gel Îranê ye ku eger heye di demeke nêzîk de bê îmzekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin