Serokwezîrê Îsraîlê, li dijî Îranê dest bi gestê kir
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Yair Lapid, ji bo ku hêzên Rojavayî ji peymana nukleerî ya bi Îranê re bide vegerandin, çû Almanyayê.
Li gorî nûçeya ku ji aliyê AFPê ve hat belavkirin, Yair Lapid ji bo peymana Plana Hevpar a Çalakiyan a Dorfireh (KOEP) ji nû ve neyê zindîkirin û ji bo ku Rojava qanih bike da ku dorpêçan li ser Îranê deyne, çû Almanyayê.
Di nûçeya hat parvekirin de hat diyarkirin ku Lapid beriya biçe Berlinê, bi kabîneya xwe re civiyaye spasiya daxuyaniya Almanya, Brîtanya û Fransayê kiriye ku gotibûn; ‘Îran, hevdîtinên KOEPê, dike bin xetereyê’
Ji aliyê kabîneya Lapid ve jî daxuyanî hat dayîn û hat ragihandin ku “Îsraîl, ji bo ku peymana nukleerê rawestîne û ji bo ku dorpêçên li ser Îranê neyên rakirin, kampanyayeke serkeftî ya dîplomatîk bi rê ve dibe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin