Serokwezîrê Pakîstanê daxwaza bidarvekirin an jî xesandinê bo zilamên destdirêjiya jinê dikin kir

16 September 2020 10:11 0 dîtin
Serokwezîrê Pakîstanê daxwaza bidarvekirin an jî xesandinê bo zilamên destdirêjiya jinê dikin kir

PeyamaKurd - Li Pakîstanê rojane 3 jin tên kuştin, lê amarên destdirêjiyê gelek hûr nînin. Serokwezîrê Pakîstanê pêşniyara xesandin an jî bidarvekirinê bo zilamên destdirêjiya jinê dikin kir.

Li rêya derve ya bajarê Lahur, di êvara Pêncşemê, jineke 30 salî dema li gel du zarokên xwe li ser rê radiweste û ew jin bo benzîna otomobîla xwe, pêwendî bi polis re datîne, lê beriya ku polîs bigihêje cem wê, 2 zilam li bin gefa çek ji otomobîlê derxistine û destdirêjî li ser jinê kirine li ber çavê zarokên wê û pare û tiştên pê re jê dizîne.

Nasnameya wan her du kesan bi rêya DNA eşkere bûye, lê heta niha kes nehatiye girtin.

Ji bilî cezakirina tawanbaran, xelk daxwaza jikardûrxistina birêveberê polîsan jî dikin ku çend caran sûcê wê destdirêjiyê xistiye milê wê jinê, ji ber ku li gor wî, divê ew jin bi şev derneketa, yan jî takîd kiriba ji benzîna otomobîla xwe.

Serokwezîrê Pakîstanê Umran Xan ragihand, ew dixwazin tawanbaran li cihên giştî bi dar ve bikin, lê wê ev bandorê li ser pêwendiyên bi Europe re bike, ji ber wê ew daxwaz dikin tawanbar bên xesandin.