Serokwezîrê Pakîstanê: Ev rews, ji bo me cihê sermê ye
PeyamaKurd- Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf, li ser rewşa aborî ya Pakistanê axivî û da zanîn ku tevî vê hêza wan a nukleerê ku hikûmetan nikaribûne pirsgirêkên aboriyê çareser bikin, ev ji bo welatê wan şerm e.
Li gorî raportên medyaya neteweyî yên Pakîstanê, Şahbaz Şerîf di çalakiyekê de li Lahorê de got ku di heyama 75 salên borî de hikûmetan nikaribûne pirsgirêkên aborî yên welêt çareser bikin.
Şerîf da zanîn ku wekî dewleteke nukleerî, şerm e ku ji welatên din zêdetir deyn bixwaze û wiha got:
"Daxwaza deynên zêde ji ber ku dê deyn bên vegerandin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên aborî yên Pakistanê ne çareseriyeke rast e."
Hat ragihandin ku Şerîf, piştî serdana Mîrektiyên Îmaratê ev daxuyanî daye.
Li gorî agahiyên ji qada siyasî û aborî ya Pakîstanê tên ragihandin, Pakistan bi qeyranek hevsengiya darayî re rû bi rû ye û ev jî ji ber vegerandina girseyî ya deynê derve û nebûna fînansa derve ye.
Hat ragihandin ku hefteya borî rezerva diravî ya Banka Navendî daketiye 4,3 milyar dolaran. Her wiha di konferansa ku li Cenevê hat lidarxistin de 10 milyar dolar piştgirî ji bo ji nû ve avakirina welêt ji ber karesata lehiyê ya li Pakîstanê hat komkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin