Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Binkeya Rewsenbîrî û Civakî ya Lalesê pîroz kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi peyamekê bidawîhatina kongreya desteya nû ya Binkeya Rewşenbîrî û Civakî ya Laleşê pîroz kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi helkefta serkeftina kongreya çardemîn a Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî û hilbijartina desteya nû, germtirîn pîrozbahiyan li we dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim.”
Herwiha Serokwezîr Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Binkeya Laleşê ya Rewşenbîrî û Civakî, xizmeteke berçav a kultur û çanda Kurdî kiriye, nemaze parastin û pêşvebirina kultura Êzîdiyatiyê. Hêvîdar im hûn di xebat û têkoşîna xwe de ji bo xizmetkirina pirsên niştimanî û pêkvejiyana aştiyane li Herêma Kurdistanê berdewam bin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin