Ji Serokwezîrê nû yê Brîtanya daxuyaniya Îranê: Rews aloztir dibe!

08 November 2022 21:36 0 dîtin
Ji Serokwezîrê nû yê Brîtanya daxuyaniya Îranê: Rews aloztir dibe!

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtaniyayê Rishi Sunak, li Lutkeya Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) COP27 ku li paytexta Misrê Qahîreyê hat lidarxistin, derbarê tundûtujiya hêzên Îranê li hember xwepêşanderan û bernameya atomî ya Îranê de daxuyanî dan.

Rishi Sunak got ku Îran sedema alozkirina Rojhilata Navîn e û herwiha pêşniyarên Yekîtiya Ewropa yên derbarê Peymana Nukleerî de jî bicih nayîne.

Sunak li ser protestoyên ku 52 roj in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dewam dikin û bi sedan welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin jî got: “Bi serkutkirina neraziyan ku piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kiriye, rewş gelek aloztir bûye”.

Sunak di axaftina xwe de, girîngiya pêşxistina pêwendiyên Brîtanyayê, bi taybet di warê bazirganî de, bi welatên Kendavê re anî ziman.