Serokwezîrê Belçîkayê daxwaza cezakirina berpirsên tundrê yên Israîlê dike

10 November 2023 14:16 0 dîtin
Serokwezîrê Belçîkayê daxwaza cezakirina berpirsên tundrê yên Israîlê dike

PeyamaKurd - Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo li perlemana welatê xwe daxwaz ji welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku rêyê nedin serdana wan Israîliyên tundrê ku destên wan di tûndûtîjiyên li dijî welatiyên Filistînê de heye û bangeşeya tundûtîjiyê dikin.

Serokwezîrê Belçîkayê di axaftinê xwe de balê dikşîne ku divê welatên Yekîtiya Ewrûpayê rê nedin serdanên  berpirs û wezîrên tundrê yên Îsraîlî ku dixwazin çekên atomî li hember gelekî bikar bînin û daxwaz dike ku ew kesên tunrê bên cezakirin. 

Biryar e Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê Duşema bê li ser şerê Israîl û Bizava Hemasê danûstandinan bikin.