Serokwezîrê Swêdê: Çi ji destên me tê, em dikin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê, di serdana xwe ya Fransayê de li ser endamtiya welatê xwe ya ji bo NATOyê axivî û diyar kir ku ji bo di zûtirîn demê de ew tevlî NATOyê bibin, tiştên ku hatine ragihandin, hemû bi cih tînin.
Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, bi serdaneke fermî çû Parîsa paytexta Fransayê û ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, li Qesra Elyseeyê civiya û piştî civînê jî herdu rêberan, daxuyaniyeke hevpar da çapemeniyê.
Kristersson, ji ber piştgirî û garantiya ewlehiyê ya ji bo endamtiya Swêd û Finlandiyayê ya NATOyê, spasiya Fransayê kir û got,"Tiştên ku me ragihandine da ku di zûtirîn demê de tevlîbûna NATOyê çêbibe, em dikin."
Kristersson diyar kir ku ew ê di hevdîtina bi Macron re li ser têkiliyên dualî biaxivin û destnîşan kir ku herdu welatan deriyê Yekîtiya Ewropayê (YE) vekiriye.
Serokwezîrê Swêdê Kristersson da zanîn ku di demeke ku Ewropa bi qeyranên cuda re rû bi rû maye de Swêdê serokatiya Yekîtiya Ewropayê girtiyê û diyar kir ku ji van qeyranan a herî giran şerê navbera Ukrayna û Rusyayê ye.
Kristersson bi berdewamî got, "Serkeftina Ukraynayê ji bo Ewropa û hemû cîhanê girîng e, hebûnî ye. Em ê ji bo Ewropayeke ewletir û azadtir bi biryardarî bi hev re bixebitin.
Her wiha Ulf Kristersson da zanîn ku xebata ji bo berdewamiya piştgiriya Yekîtiya Ewropayê û Transatlantîkê ya ji bo Ukraynayê di serî de ye û da zanîn ku
ew ê li ser mijarên wekî ewlehiya enerjiyê û veguherîna kesk jî bixebitin. Serokwezîrê Swêdê destnîşan kir ku şerê Ukrayna û Rusyayê bi awayekî zelal nîşanî Ewropayê daye ku enerjiya pêbawer û enerjiya bê karbon ji bo ewlehiya Yekîtiya Ewropayê gelek girîng e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin