Serokwezîrê Swêdê: Em li hemberî PKKyiyên ku pere kom dikin tedbîrên tund digrin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Swêdê Ulf got, "Rayedarên Swêdê li hemberî PKKyiyên ku pere kom dikin tedbîrên tund digrin."
Ulf Kristersson piştî hevdîtina bi Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re li paytexta Swêdê Stockholmê di civîna çapemeniyê ya hevpar de axivî.
Kristersson ev daxuyanî da:
"Rayedarên Swêdî li hemberî endamên PKKê yên ku pere kom dikin tedbîrên tund digirin. Berê me xebatên aborî yên rêxistinên terorê yên li Swêdê bi têra xwe cidî nedigirt. Niha em vê yekê ciddî dibînin. Em dizanin kesên ku ji bo PKKê pere kom dikin, gelek caran rêbazên sûc û fînansekirina terorê bi kar tînin. Li ser têkoşîna li dijî sûcên organîze wê karê PKKê aloz bike."
Kristersson eşkere kir, wê di 9ê Adarê de li Parlamentoya Swêdê zagoneke nû ya cezayê bê dengkirin û got, "Bi vê qanûnê wê tevlîbûn û fînansekirina rêxistinên terorê bê qedexekirin. Ji 1ê Hezîranê pê ve qanûn wê bê tetbîqkirin."
Herwiha Kristersson got, "Memorandûma Sêalî ya di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de pêwîstî bi têkoşîna hevpar a rêxistinên terorê heye. Ev qanûn jî vê yekê dihewîne. Bi vê qanûnê em di wê baweriyê de ne ku em berpirsyariyên xwe yên di derbarê NATOyê de bi cih tînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin