Serokwezîrê Swêdê: Gotinên min, sas hatin fêmkirin
PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson, li ser daxuyaniya xwe ya 8ê Çileyê ya di derbarê daxwazên Tirkiyeyê yên ku Tirkiye ji bo erêkirina endamtiya NATOyê ji Swêd û Finlandiyayê dixwaze, axivî. Kristersson amaje kir ku gotinên wî, şaş hatine fêmkirin.
Li gorî ragihandina Politico, Ulf Kristersson di daxuyaniya ku duh li Stockholmê ji çapemeniyê re dabû de li ser daxuyaniya xwe ya berê ya di derbarê Tirkiyeyê de axivî.
Kristersson diyar kir ku welatê wî, qanûnên xwe yên têkoşîna li dijî terorê xurt kirine û danûstendinên bi Tirkiyeyê re yên li ser serlêdana endamtiya tekûzkirî dimeşin û got,
"Bi taybetî di mijara têkoşîna li dijî terorê de soza ku me dabû, em bi cih tînin. Bi taybetî jî di mijara têkoşîna li dijî terorê de em vê pêk tînin. Tirkiye, carinan ji Swêdê daxwaza hin kesan dike û navan dide. Di vê mijarê de tê zanîn ku mevzûata Swêdê gelek zelal e, ev biryar ji aliyê dadgehan ve tên dayîn, qadeke ku hikûmet vê yekê biguherîne, tuneye.”
Ulf Kristersson diyar kir ku "Divê ev mijar siya xwe nede ser tiştên ku baş bi rê ve diçin. Di mijara ku Tirkiye û 30 welatên endamên NATOyê, di nav xwe de vê serlêdanê erê bikin yan nekin, biryarên wan ên navxweyî ne û em ji bo van biryaran jî heta dawiyê rêzdar in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin