Serokwezîrê Swêdê: Me ji bo serdanê, bi Tirkiyeyê re li hev kir

01 November 2022 15:30 0 dîtin
Serokwezîrê Swêdê: Me ji bo serdanê, bi Tirkiyeyê re li hev kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson ragihand ku li ser serdana wî ya ku dixwaze li Tirkiyeyê bike, encam hatiye bidestxistin û wan li ser serdanê, bi rayedarên Tirkiyeyê re li hev kiriye.

Ulf Kristersson ragihand ku ji bo ew serdana Tirkiyeyê bike û li ser mijara endamtiya NATOyê hevdîtinên xwe berdewam bikin, bi rayedarên Tirkiyeyê re li hev kiriye. Kristersson, li ser dîroka serdana Tirkiyeyê dîrokek diyar nekir.

Serokwezîrê Swêdê got ku “Ev tiştek asayî ye ku Swêd û Finlandiya ji bo mijara endamtiya NATOyê di nav tevgera hevpar de bin”

Serokwezîra Finlandiyayê jî li ser mijarê axivî û got ku “Niha hemû çav li ser Macarîstan û Tirkiyeyê ne. Em li bendê ne ku ev welat serlêdanên me qebûl bikin. Ez wisa difikirim ku ev yek zû yan dereng pêk were û ev ji bo me girîng e.”