Sêwas | Otubuseke koçberan wergeriya: Mirî û birîndar hene
PeyamaKurd – Otubuseke koçberan li navçeya Til Garimo ya ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê ve wergeriya û di encamê de 3 kesan can dane û 27 kes jî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan, bûyer îro li ser rêya Meletî-Kayseriyê li navçeya Til Garimo ya Sêwasê çêbûye û otobuseke ku koçber vediguhestin wergeriyaye.
Hat ragihandin ku di encama bûyerê de 3 kesan can dan û 27 kes birîndar bûn.
Herwiha li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tendirustiyê û polîs hatin şandin û tîmên tendirustiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên cuda yên Sêwasê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin