Sêwirmendê Asayisa Nistimanî ya Iraqê: Divê PKK ji Singal û navçeyên din derkeve

07 February 2022 14:05 0 dîtin
Sêwirmendê Asayisa Nistimanî ya Iraqê: Divê PKK ji Singal û navçeyên din derkeve

PeyamaKurd Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî ji ajansa fermî ya Iraqê re diyar kir, hebûna çekdarên PKKê li Iraqê neyasayî ye û divê ji hemû navçeyan derkevin.

Qasim Arecî eşkere kiriye, hebûna çekdarên PKKê li Iraqê ne yasayî ye û divê ji Şingal û navçeyên din derkevin.

Herwiha Arecî di derbarê gefên mîlîşyayan de jî destnîşan kiriye: “Çend komên kirêgirtî bi bihaneya rûbirûbûna hêzên biyanî, êrîşî ser şandeyên dîplomasî dikin. Ev yek nayê qebûlkirin.”

Di berdewamiyê de eşkere kiriye: “Tu hêzeke biyanî li Iraqê tune ye, tenê şêwirmendên leşkerî li ser daxwaza hikûmeta Iraqê mane.”

Arecî diyar kiriye, rêkeftinên Iraqê yên di warê asayiş, aborî, tendirustî û perwerdeyê bi Amerîka re hene û divê Iraq sûdê ji van rêkeftinan bibîne.

Arecî herwiha gotiye: “Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo kontrolkirina girtîgehên terorîstan li Sûriyê, ne şareza ye.”

Herî dawî daye zanîn: “Terorîstên ji 50 – 70 welatan di zîndana Hesekê de hene. Iraq bi daxwazê ji wan welatan dike ku wan terorîstan werbigirin û bidin dadgehan, lê ew welat bersiva vê daxwazê nadin.”