Si Cinping pistî Mao cara seyem bû serokê Çînê

23 October 2022 09:26 0 dîtin
Si Cinping pistî Mao cara seyem bû serokê Çînê

PeyamaKurd – Serokê niha yê welatê Çînê Şî Cinping di kongreya Partiya Komînîst a Çînê de ji nû ve wekî serok hat hilbijartin û piştî damezrînerê Komara Çînê Mao Zidong ew jî cara sêyem bû serokê Çînê.

Şî Cinping ji sala 2012an ve li ser kar e û di kongreya 19emîn a Partiya Komînîst a Çînê de sala 2017an cara duyem wekî serok hatibû hilbijartin ku di kongreya 20an de jî car din hat hilbijartin.

Li gorî nûçeyan dema dawîbûna kongreyê serokê berê yê Çînê Hu Jintao jî ji salona kongreyê hatiye qewirandin û Şî ji bo vê dengê xwe dernexistiye.