Sibe dengdana ceribandinî ya Parlamentoya Kurdistanê tê kirin

11 August 2024 14:32 0 dîtin
Sibe dengdana ceribandinî ya Parlamentoya Kurdistanê tê kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku sibê 12ê Tebaxê roja duşemê li tevahiya binkeyên tomarkirina dengdêran ên li Herêma Kurdistanê, dengdana ezmûnî ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê birêve diçe.

Hate zanîn ku wê roja duşemê 10ê sibehê li tevahiya binkeyên tomara dengdêran, proseya dengdana ceribandî ya ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê were kirin.

Hatiye diyarkirin ku wê dengdana ceribandinî, li beşek binke û navendan heta êvarê berdewam bike. Mebest jî ji bo kêmasiyên heyî yên dengdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên çareserkirin e.

Biryare hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Cotmeha 2024an bêne kirin ku heta nêzîkî hilbijartinan wê 3 caran jî dengdanên ezmûnî pêk werin.