SÎHAya Tirk li Mûsilê otomobîleke PKKê kir armanc: 5 kes tê de bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro balafireke bêpîlot a bi çek (SÎHA-Drone) ya Tirkiyê li gundewarê bajarê Mûsilê otomobîleke PKKê bombe kir.
Dezgeha Dijeterora Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku otomobîleke PKKê li nêzîkî deriyê Şam li rojavayê Mûsilê ji aliyê droneyeke Tirkiyê ve hat armanckirin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, 5 çekdarên PKKê ku yek ji nava wan jin bû, di wê otomobîlê de bûn û ew hemû di encama wê êrîşê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin