Silêmanî | Cenazeyên malbata Kurd bi merasîmeke girseyî hatin vesartin

17 September 2020 19:40
Silêmanî | Cenazeyên malbata Kurd bi merasîmeke girseyî hatin vesartin

PeyamaKurd – Cenazeyê her sê endamên malbata Kurd ku li Bexdayê bi awayekî hovane hatibûn şehîdkirin, îro piştî ku gihîşt Silêmaniyê bi merasîmeke girseyî bo axê hat spartin.

Cenazeyên her sê kesan piştî karûbarên olî li Goristana Girê Seywan a Silêmaniyê bi alên Kurdistanê pêçayî hatin veşartin.

Dema merasîma cenaze xwişka Dara Reûf, Emîne Reûf da zanîn ku ti pirsgirêkên wan ên bi ti kesekî re nebûn, lê dîsa jî ev bûyera dirinde hatiye serê wan.

Biraziyê Dara Reûf, Mihemed Qadir got ku ji derveyî kesên hatine binçavkirin gumana wan li ser ti kesên din nîne, divê tawanbar werin cezakirin.

Hêjayî gotinê ye, doh kesê sereke yê şehîdkirina endamên malbatê li Hewlêr ji aliyê Asayîşa Kurdistanê ve hatibû desteserkirin.