Sînorê Amerîka û Meksîkayê zêde germ bû

04 November 2018 14:39 0 dîtin
Sînorê Amerîka û Meksîkayê zêde germ bû

PeyamaKurd- Hukumeta Amerîkayê bo koçberên ku ji her derê dinyayê tên Meksîkayê û dixwazin ji wê derê derbasî Amerîkayê bibin, bo rawestandina wan her diçe li ser sînor tedbîrên xwe zêdetir dike.

Hukumeta Amerîkayê leşkerên ser sînor zêde kir û li hinek deverên ser sînor têlên birek danî. Her weha kontrola gumrikan zêdetir kir û bo rawestandina koçberan tetbîqatan dike. Kesên ku tetbîqatên leşkeran dibîne, dikeva nava tirsê. Li ser noqta gumrikê pîsta helîkopterê jî danîne.