Sînorê Meksîka û Amerîkayê her diçe germ dibe

19 November 2018 17:25 0 dîtin
Sînorê Meksîka û Amerîkayê her diçe germ dibe

PeyamaKurd- Mijara koçberan ne tenê di navbera Amerîka û Meksîkayê de lê di nava Meksîka de bi xwe de jî dibe arîşeyeka mezin. Pêla koçberan niha gihaye bajarê Meksîkayê Tijuanayê. Di bajêr de niha kesên ku li hemberê koçberane û kesên layangirên koçaberane li hemberê hev, hev protesto dikin.

Li gor ragihandina BBC yê xelkê bajarê Tijuanayê dixwaze ku koçber bajarê wan terk bikin. Sloganên weka “ew dagirkerin”,”ew çekdarin” û “ji vê derê herin” diqêrin.

Amerîka û Meksîka her dû welat leşkerên sînorên xwe zêde kirin. Şaredarê bajarê Tijuanayê Juan Manuel Gastelum dibêje koçberên ku wê werin bajarê wan, di hefteyên pêşde wê bigihê deh hezaran û ew ne amade ne ku ew çend koçberan karibin hembêz bikin.

Amerîka dibêje ew di rojekê de tenê dikarin seredana 100 koçberan qebûl bikin lê Neteweyên Hevgirtî dibêje ku ji 7 hezarî zêdetir koçber tevlî karwanê koçberan bûne. Di nava wan de 2 hezar û 300 zarok hene.