Sîrketa hewayî Air France-KLM ragihand: 7,1 Ewro zerar heye

19 February 2021 01:25 0 dîtin
Sîrketa hewayî Air France-KLM ragihand: 7,1 Ewro zerar heye

PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî ya hevpar ya Fransa û Hollandayê Air France-KLM, ragihand ku bi sedema bandora vîrusa koronayê di sala borî de bi miqdarê 7.1 mîlyar Ewro zerar kiriye.

Air France-KLM cîroya an ku hecma sala 2020an ragihand û got ku cîroya wan %59 kêm bûye û bûye 11.1 mîlyar Ewro.

Li gor nûçeya ABC Newsê; zerar zerarekî mezine û sala borî jimara rêwiyan %67,3 kêm bûye û bi sedema sînordarkirina seyahetan, wê çaryeka sala îsal jî bi zerar û sext derbas bibe.