Sîrovekarê Iraqî: Avakirina dewleta Kurdistanê ji bo rewsa Iraqê tekane çareserî ye
PeyamaKurd – Şîrovekarekî siyasî yê Iraqê Cebar Meşhedanî diyar dike, parçekirina Iraqê û avakirina dewleta Kurdistanê, ji bo rewşa Iraqê tekane çareserî ye.
Şîrovekarê Iraqî Cebar Meşhedanî li ser rewşa Iraqê ji K24 re daye zanîn, hûn Kurd in û we taybetmendiyên xwe hene. Vêca hûn çima nebin xwedan dewleta xwe! Ji ber ku parçekirina Iraqê tekane çareserî ye ji bo vê rewşê û ewa ku beriya 100 salan bi meqesa Brîtanya hat kirin, bi temamî şikest xwariye.
Cebar Meşhedanî behsa serokwezîrtiya Mistefa Kazimî jî kiriye û gotiye, ji xwe Kazimî ji bo çareserkirina alozî û xwepêşandanan derket pêş. Tiştek di destê wî de nîne û bi tenê jî nikare bibe serokwezîr. Xwest hinek tiştan bike, lê nekarî.
Li ser hilbijartinan jî Meşhedanî eşkere kiriye, bi baweriya min hilbijartin nayê kirin, eger hat kirin jî ti guhertinekê çênake. Helbet îhtimal heye li ser hilbijartinan şer jî derkeve.
Herwiha li gor Meşhedanî, her tiştê Iraqê ji aliyê Îranê ve tê kifşkirin û destnîşankirin. Yanê tiştek di destê berpirsên Iraqî de nîne, hemû ji aliyê Îranê ve tên birêvebirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin