Sîrwan Barzanî: Çare kontrolkirina Çiyayê Qereçoxê ye

14 May 2019 16:29 0 dîtin
Sîrwan Barzanî: Çare kontrolkirina Çiyayê Qereçoxê ye

PeyamaKurd – Piştî hewlên dagirkeriyê û agirberdana zeviyên genim ên Mexmûrê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve, Fermandarê Mîhwera Mexmûr – Giwêr ê hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî ragihand, "Li hemberî wan destdirêjiyan çareserî ew e ku Çiyayê Qereçoxê ji aliyê Pêşmerge ve were kontrolkirin."

Berpirsê Mihwerê Mexmûr – Giwêr ê hêza Pêşmerge Sîrwan Barzanî, piştî ku îro DAIŞê agir berda zeviyên genim ê xelkê Mexmûrê ji K24ê re got, “Ji 3 rojan ve DAIŞ genimê cotkarên wê navçeyê dişewitîne. Ew navçe di bin desthilata hêzên Iraqî de ne û ew nikarin kontrola rewşê bikin.”

Barzanî destnîşan kir, “Heger operasyon nebe û çiyayê Qereçox ji çekdarên DAIŞê neyê pakijkirin, ew êrîş dê berdewam bibin. Me daxwaz ji Bexdayê kir ku hêzên Pêşmerge opersyonekê encam bidin û xelkê wan gundan biparêzin.”