Sîrwan Barzanî: "ISID, li Çiyayê Qereçoxê serbest digere”

08 August 2021 00:13 0 dîtin
Sîrwan Barzanî: "ISID, li Çiyayê Qereçoxê serbest digere”

PeyamaKurd – Fermandarê cepheya Gwêr-Mexmûr ê Sîrwan Barzanî got ku li Çiyayê Qereçoxê terorîstên IŞİD ê di şevê de bi serbestî digerin û hereket dikin. Barzanî ragihand ku li deverên di bin rêvebiriya hukumeta Iraqê de, bi sedema ewlehî tineye, tehdîda IŞİD ê dewam dike û bo K24 ê weha gotiye:

“Şeva borî terorîstên IŞİD ê li Mexmûrê li nêzî gundê Kendalê gelek sîvîlan xist kemînê. Di peyde hinekan serbest berda lê 2 ji wan Kurd 5 kes hê jî di destê IŞİDê de ne.

“Hêzên Pêşmerge ji deverê hinek xist bin kontrola xwe û bi hêzên koalisyona navdewletî re tevdigere lê IŞİD li Çiyayê Qereçoxê û li aliyê dinê yê çiya ku di bin kontrola hêzên Iraqê de ye, bi herekete. Ev ciyên ku IŞİD lê ne, li deverê gelek şikeft û tunel hene. Terorîstên IŞİD ê her wext ji vê deverê derbasî devera Mexmûrê dibin.

Wan deveran berya 15 ê cotmeha sala 2017 an ku di destê Pêşmergede bûn, IŞİD nikaribû bihata van deran. Lê bi sedema valahiya ewlehiyê, terorîstên IŞİD ê li herêmên di bin kontrola artêşa Iraqê de xebatên xwe zêde kirine. Êdî IŞİD di wexta şevê de li dora Çiyayê Qereçoxê bi serbestî digere, li dora Mexmûrê xwe vedişêrin û sîvîlan direvînin.”