Sîrwan Barzanî: “Hedefên ISID ê 28 caran bombebaran kirin”
PeyamaKurd – Fermandarê Pêşmerge yê hêzên Gwêr û Mexmûrê Sîrwan barzanî di derbarê êrîşên bo ser İŞİD ê de ragihandinan kir. Sîrwan Barzanî ragihand ku ji duhî êvarê de, şûnwarên İŞİD ê yên li Çiyayê Qereçoxê 28 caran hatine bombekirin.
Barzanî got ku hêzên koalîsyonê ji hewayê de destekê dane wan û hêzên Pêşmerge, Oda Hewlêrê ya Operasyonên Hevpar û artêşa Iraqê tevlî operasyonê bûne. Barzanî got; şikeftên İŞİD xwe tê de vedişêrin kirine hedefa xwe û weha dewam kir:
“Bo terorîst li ti deverekî bicîh nebin û bo me nebin talûkê, dê operasyon dewam bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin