Sîsî bi sedî 92 careke din bû Serokkomarê Misirê

29 March 2018 15:27 0 dîtin
Sîsî bi sedî 92 careke din bû Serokkomarê Misirê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokkomarê Misirê Ebdulfettah Sîsî ji rêjeya ji sedî 92an careke din bo eynî postî hat hilbijartin.

Li gor ajansa resmî ya Misirê MENAyê, Sîsî ji sedî 92ê dengan wergirtin. Beşdariya hilbijartinê jî wek 23 milyon hat diyarkirin ku heqê 60 milyonî bi dengdanê hebû. Li gor vê rêjeya beşdariyê di sedî 38an de ma.

Li gor encamê reqîbê Sîsî, Serokê Partiya Sibe Mûsa Mustefa jî ji sedî 3ê rayan wergirt. Tê çaverêkirin ku encama hilbijartinê roja duşemê were eşkerekirin.