Serokkomarê Iraqê careke din budçe pesend nekir

29 March 2018 19:07 0 dîtin
Serokkomarê Iraqê careke din budçe pesend nekir

PeyamaKurd - Serokkomarê Iraqê Fûad Masûm, budçeya Iraqê ya giştî careke din pesend nekir lê ji bo rojnameya fermî şand.

Sekreterê Giştî yê Serokkomariya Iraqê Nasir El Anî li Qesra Serokkomariyê Es Selamê civîna çapemeniyê li dar xist û li ser mijarê agahî da.

El Anî wiha agahî da: "Serokkomar, menfîeta giştî ya welat li ber çavan girt û budçeya ku Parlamento ji bo guftûgokirina wê neciviya û bi derengî ket pesend nekir lê ji bo rojnameya fermî şand."

El Anî got di budçeyê de 31 madde li gor yasayan biproblem bûn lê meclisê nexwest ku wan di ber çavan re derbas bike.

Di budçeyê de para Kurdistanê ji sedî 17an daketibû sedî 12an. Loma jî parlamenterên Kurd boykot kiribûn.