Sîsî û Zelenskiy, di salvegera ser de bi telefonê axivîn

24 February 2023 15:00 0 dîtin
Sîsî û Zelenskiy, di salvegera ser de bi telefonê axivîn

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Misirê, Serokomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî, bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re bi telefonê axivî.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de pêşhatên ewlekariya xurekên cîhanî, mijarên meydanî û asta mirovî ya li Ukraynayê hatine gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku Sîsî bal kişand ser wê yekê ku divê pêşî li diyalog û çareseriya dîplomatîk bê vekirin û diyar kir ku hemû hewildanên ji bo lezkirina çareseriya siyasî ya qeyrana Rusya û Ukraynayê dê bi rêya dan û stendinan bên piştgirîkirin.

Li gorî ku hat ragihandin, gelek gelên cîhanê; bi taybetî Efrîka, ji ber din av qeyrana xwarinê de ne, herdu rêberan li ser hewildanên berdewam ên ji bo dirêjkirina peymana hinartina genim gotûbêj kirin.