Zelenskiy û Trump bi telefonê axivîn

20 July 2024 11:31 0 dîtin
Zelenskiy û Trump bi telefonê axivîn

PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy bi Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump re bi telefonê axivî.

Zelenskiy di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da diyar kir ku bi Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump ê ku ji bo serokatiya Amerîkayê berbijar e, bi telefonê axivî û wiha got, "Min ji ber namzediya wî ya ji bo Partiya Komarparêz pîroz kir û êrîşa hovane ya li Pennsylvania şermezar kir. Min tekezî li ser girîngiya jiyanî ya piştgirîya Amerîka ya dupartî û dudewan kir ji bo parastina azadî û serxwebûna Ukraynayê."

Zelenskiy bal kişand ser wê yekê ku ew ê hertim spasdarê Amerîkayê be ji bo alîkariya wê ya ji bo bihêzkirina şiyanên Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de, Zelenskiy diyar kir ku Rûsya her roj êrişên xwe berdewam dike û bajar û gundên wî welatî dike armanc.

Zelenskiy da zanîn ku ew û Trump li ser gavên ku wê aştiya Ukraynayê dadmend û daîmî bike, rû bi rû li hev kirine.