Netanyahu û Trump bi telefonê axivîn

15 December 2024 22:59 0 dîtin
Netanyahu û Trump bi telefonê axivîn

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu şeva borî di pêwendiya telefonî ya ligel Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump de rewşa Sûriyê, şerê li Şerîda Xezzeyê û rêkeftina girtiyan nirxand.

Li gorî nûçeya ku hatiye ragihandin, derbarê wê pêwendiya telefonî de ti daxuyanî û zanyariyên fermî nînin.

Hat destnîşankirin ku her du aliyan li ser peymana muhtemel a girtiyan, şerê li dijî tevgera Hemasê ya li Şerîda Xezzeyê û rewşa Sûriyeyê axivîn.

Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Qesra Spî Jake Sullivan roja Pêncşemê got ku ew di wê baweriyê de ye ku serokwezîrê Israîlî Netanyahu amade ye ji bo lihevkirinekê li ser azadkirina girtiyên ku hîn li Şerîda Xezzeyê girtî ne.