Bi rêya telefonê axivîn: Erdogan ji bo S-400an teklîfek li Trump kir
PeyamaKurd – Serokê Ragihandinê yê Serokomariya Tirkiyê Fahrettîn Altun ragihand ku îro Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re pêwendiyeke telefonî pêk aniye.
Altun da xuyakirin, di pêwendiya telefonî de herdu serokan li ser babetên dualî û herêmî axivî ne û got, “Serokomarê me yê brêz li ser mijara sîstema parastina hewayî ya S-400an ku ji Rûsyayê tên standin, teklîfa koma xebatê ya hevbeş li Trump kir.”
Herwiha Altun diyar kir ku herdu serokan li ser hevdîtina gel hev a li Japonyayê, di Lutkeya G20an de li hev kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin