Trump û Erdogan bi rêya telefonê li ser Lîbyayê axivîn
PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi rêya telefonê derbarê Lîbyayê de axivîn.
Çavkaniyên serokomariya Tirkiyê ragihandin ku Erdogan û Trump ser peywendiyên dualî, rewşa dawî ya Lîbyayê û bûyerên dawîn li herêmê peyivîn.
Li ser banga Rûsya û Tirkiyê, li Lîbya agirbest hatibû ragihandin lê General Hafter piştî danûstandinên li Moskowê peymana agirbestê îmza nekiribû.
Trump û Erdogan herî dawî di 2yê Çileyê de berî kuştina Generalê Îranî Qasim Suleymanî axivîbûn. Koşka Sipî wê demê dabû zanîn ku Trump ji Erdogan re gotiye ku destwerdan li Lîbya aloziya heyî zêdetir dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin