Sîstanî derbarê Covid-19ê de fetwayek da
PeyamaKurd - Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî di fetwayekê de daxwazê ji kesên ku tûşî wê nexweşiyê bûne beşdarî xelkê nebin.
Sîstanî di fetwaya xwe de dibêje, eger kesek tûşî vê vîrusê bibe û jiyana xwe ji dest bide, malbata qurbanî dikare daxwaze qerebûyê bike. Bi gotina Sîstanî, malbata kesê qurbanî dikare bêyî berçavgirtina ol û mezheb daxwaza qerebûyê bike.
Ayetulah Sîstanî daxwaz ji wan kesan jî dike ku ji welatên din hatine Iraqê, ku pabendî rênimayiyên tendirustiyê û karantînayê malê bin û tekez dike, ti rêgiriyek nîne ku welatî zekata xwe ji bo kirîna kelûpelên xweparastinê weke mask û lepikan terxan bikin.
Merciyê bilind ê Şîeyên Iraqê, di fetwaya xwe de herwiha daxwaz kiriye ku giringî bi rewşa kesên tûşbûyê Koronayê bihê dan, bêyî berçavgirtina nerîna wan ya olî û mezhebî.
Beriya niha Sîstanî nimêja cemaetê li mizgeftan ragirtibû û gotibû, ku rûbirûbûna Covid-19ê erkekî kîfayî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin