Wezareta Tendirustiya Almanyayê: Derbarê vîrusa Covid-19ê de henekên 1ê Nîsanê nekin

01 April 2020 09:48 0 dîtin
Wezareta Tendirustiya Almanyayê: Derbarê vîrusa Covid-19ê de henekên 1ê Nîsanê nekin

PeyamaKurd - Almanya bang li hemwelatîyên xwe kir ku li ser vîrusa koronayê (Covid-19) henekên 1ê Nîsanê nekin.

Wezareta Tendirustiyê ya Almanya li ser hesabê xwe yê Twitterê dîyar kir ku vîrusa korona ‘’ne tiştekî komîk e’’


Wê wezareta almanî di daxuyaniya xwe de got ‘’Di vê rewşê de, ji bo agahiyên şaş têkoşîna dijî vîrusa korona dijwartir nekin, em ji we dixwazin ku hûn di 1ê Nîsanê de guh nedin nûçeyên pûç.’’

1ê Nîsanê wek Roja Henekan ya Cîhanê tê qebûlkirin û di vê rojê de henek+rn cur bi cur tên kirin.