WHO derbarê Covid-19ê de bi Kurdî agahdariyan dide

14 March 2020 10:49 0 dîtin
WHO derbarê Covid-19ê de bi Kurdî agahdariyan dide

PeyamaKurd – Vîdeoya Rêxistina Tendutistiya Cîhanê (WHO) ku tê de behsa vîrusa Covid-19ê û bergiriyên wê dike li Kurdî jî hat wergerandin.

Vîdeoya Rêxistina Tendutistiya Cîhanê (WHO) ku tê de behsa vîrusa Covid-19ê (koronvirus) û bergiriyên wê dike, ji aliyê hin kesan ve li zimanê Kurdî jî hat wergerandin.

Di vîdeoyê de behsa Covid-19ê û rêbazên wê tê kirin: Covid-19 çawa belav dibe û em ê xwe çawa jê biparêzin.

Vîdeo ji aliyê gelek kes û saziyan ve li ser medya civakî hat parvekirin.

Ji aliyê din ve heya niha Wezareta Tendirûstiyê Tirkiyê li ser koronayê tu agahdarî û hişyariyên bi Kurdî neweşandiye.