Hikûmeta Almanyayê derbarê koronayê de bi Kurdî hisyariyan dide
PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Almanyayê rênimayên xweparastina ji vîrusa koronaya nû (Covid-19) bi zimanê Kurdî jî belav kirin.
Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Almanyayê bi biryareke nû, rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê, bi zimanê Kurdî jî belav kirin.
Ev yek di demekê de ye ku Wezareta Tendirustiya Federal a Almanyayê, beriya 10 rojan rênimayên xweparastina ji vîrusa koronayê bi 18 zimanan belav kiribûn lê Kurdî di nav wan zimanan de nebû.
Cîgirê Serokê Civata Kurd li Almanayê Mehmet Tanriverdî, diyar kir ku wan jî li ser vê mijarê peywendî li gel Wezareta Tendirustiyê pêk anî û nerazîbûna civaka Kurd gihandin berpirsên hikûmeta Almanî ku pêwîst e ew rênimayiyên koronayê bi zimanê Kurdî jî bên belavkirin ku nêzikî 1.5 milyon Kurd li vî welatî dijîn.
Herwiha piştî vê nerazîbûna civaka Kurdî, Wezareta Tendirustiya Federal a Almanyayê, bi zimanê Kurdî jî rênimayiyên xweparastina ji vîrusa koronayê belav kirin.


Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin