Sîstanî xwest ku Patrîkê Keldanî ji Kurdistanê bo Bexdayê bê vegerandin!

16 July 2023 11:37 0 dîtin
Sîstanî xwest ku Patrîkê Keldanî ji Kurdistanê bo Bexdayê bê vegerandin!

PeyamaKurd – Rêberê şîeyên Iraqê Seyîd Elî Sîstanî, derbarê vegera Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako bo Bexdayê, peyamek belav kir.

Patrîk Luis Sako piştî biryara serokomariya Iraqê li ser destnîşankirina patrîkê nû, biryara vekişîna ji Bexdayê dabû û baregeha xwe veguhestibû Herêma Kurdistanê. Xirîstiyanên Iraqê jî nerazîbûn ji biryara serokomariya Iraqê re nîşan dabûn.  Herî dawî Serokê Dêra Keldanî ya Hewlêrê ragihandiye ku dêr ne beşek ji pirsgirêkan e û divê hikûmeta Iraqê ronîkirinekê derbarê biryara Serokomarê Iraqê ya hilweşandina tayînkirina Kardînal Luîs Sako bike.

Jêderekî ji ofîsa Lêvegera Bilind a Olî Seyîd Elî El-Sîstanî li ser navê Sîstanî hêvî xwest ku şert û mercên guncaw ji bo vegerandina Patrîk Luis Sako bo Bexdayê peyda bibin.

Di peyama Sîstanî de hatiye gotin: “Berpirsekî ofîsê pêwendiya bi Patrîkê Dêra Keldanî li Iraq û cîhanê Kardînal Luis Sako kir û mixabiniya xwe li hember wê awayê ku ligel wî hatiye kirin, nîşan da, ku ev yek li dijî pêgeha wî ya olî û neteweyî ye.”

Hate diyarkirin, “Wî jêderî hêviya xwe ji wî re anî ziman ku di zûtirîn demê de şert û mercên guncaw ji bo vegera wî bo baregeha xwe ya li Bexdayê peyda bibin.”