‘Sîstema Nenavendî armanca Eniya Astî û Azadiyê ye’

03 August 2020 14:25 0 dîtin
‘Sîstema Nenavendî armanca Eniya Astî û Azadiyê ye’

PeyamaKurd - Endamê Polîtburoya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûşî Gewriye ku partiya wan di nav Eniya Aştî û Azadiyê ya 24ê Tîrmehê hatiye ragihandin de cî digire dibêje, yek ji armanca wan ji bo Sûriya pêşerojê sîstema nenavendî ye ku ew sîstem rêya gotûbêjê bi hemû aliyê Sûriyê re vedike.

Endamê Polîtburoya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat Gabriyêl Mûşî Gewriye ku rêxistina wan endameke Eniya Aştî û Azadiyê ye, li ser armanc û girîngiya damezirandina wê eniyê li Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re axivî û got, piştî jinavbirina DAIŞê û kêmbûna operasyonên serbazî, pêwîst e proseya siyasî ya Sûriyê destpê bike, herwiha divê pêkhateyên li herêma Cizîrê Kurd, Ereb û Aşûrî jî bi nêrîneke siyasî ya hevbeş kar di vê qonaxê de bikin.

Roja 28ê Tîrmeha bûrî li bajarê Qamişlo bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Eniya Aştî û Azadiyê hat damezirandin.

Gewriye da derbarê mafên pêkhateyên netewî û olî de, da zanîn, biryar e di 24ê Tebaxê de Komîta Destûra Sûriyê dê li Cenêvê kom bibe û dê babatên sereke û pêşeroja Sûriyê guftûgo bikin. Gelekî girîng e jî mafên pêkhateyên netewî di destûrê de bê parastin.

Li ser pirsa “sîstema hikumraniyê ya nenavendî” ku yek ji armancê Eniya Aştî û Azadiyê de ye, Gewriye wiha got: “Sîstema hikumraniyê ya nenavendî, yek ji armancên Eniya Aştî û Azadiyê ye, em dibînin ku sîstema nenavendî dê mafê hemû pêkhateyan biparêze û dabeşkirina desthilatê û beşdariya hemûyan di proseya siyasî de gerentî dike. Sîstema Nenavendî, heger siyasî be, yan îdarî û çandî be, ew sîstemeke vekirî ye û derfeta gotûbêjkirina wê bi hemû aliyên Sûriyê re jî jê tê de heye.”

Gewriye wiha pê de çû: “Armanca sereke ya damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê parastina pêkvejiyana li herêmê ye. Herwiha ev Enî di demekê de hat avakirin, diyaloga Kurd – Kurdî di navbera ENKS û PYNKê de tê kirin û heta niha têgihîştineke siyasî heye, ji bo avakirina rêveberiyeke nû bi beşdariya hemû alî û pêkhateyan, ev jî destpêkeke baş e ji bo karê siyasî bê kirin û gelê vê herêmê bi azadî û rûmet bijîn.”

Endamê Polîtburoya Rêxistina Aşûrî ya Demokrat destnîşan kir, Eniya Aştî û Azadiyê beşek ji opozîsyona Sûriyê ye û, hewl dide diyalog û danûstandinê bi hemû aliyên opozîsyona Sûriyê re bike û piştevaniyê li kedên opozîsyona niştimanî û aliyên herêmî û navdewletî de dike, bi arasteya bidawîanîna êş û azarên Sûriyan, bi riya çareseriyeke siyasî ya giştgîr û li gor biryarên navdewletî.