Siûdî ji bo zextê li Tirkiyê bike fîloyeke balafirên ser sand Yûnanistanê
PeyamaKurd – Li gorî ragihandina medya Yûnan Erebistana Siûdî ji bo zextê li Tirkiyê bike hejmarek zêde ya balafirên şer şand Girava Girît a Yûnanistanê daku beşdariyê li rahênana leşkerî ya hevbeş ligel Yûnanistanê bikin.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku bi fermana Welîehd Prensê Siûdî Muhammed bin Selman, gelek balafirên F-15 bo baregeha girava Girît a Yûnanistanê hatine şandin ku mebesta wê zextkirina li Tirkiyê ye û pêşandana hêzê yê.
Hat îdiakirin ku wê balafirên F-15 yên bo Yûnanistanê hatine şandin beşdarî rahênana leşkerî ya Rojhilatê Derya Spî bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin