Sivanekî 15 salî di encama teqîna bombeyeke çandî de can da
PeyamaKurd – Li sînorê gundekî girêdayî nahiyeya Amirlî ya girêdayî qeza Xurmatû, bombeyeke çandî teqiya û encamê de şivanekî 15 salî can da.
Li gor Rêveberê polîsê Xurmatû Emîd Husên Elî diyar kiriye: ‘‘Şeva borî 20.04.2021ê li gundê Berawçîlî yê girêdayî nahiyeya Amirlî ya qeza Xurmatû, bombeyeke çandî bi şivanekî 15 salî yê bi navî Elî Burhan Cemal teqiya û can da.’’
Herwiha hat diyarkirin: ‘‘Ew bombeya çandî, berê ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibû danîn û di wî şivanî de teqiya û termê wî ji bijîşkê dadî re hat şandin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin