Siyasetmedar û sendîkavanê Kurd Mahmut Tîmurtas wefat kir
PeyamaKurd - Siyasetmedar û sendîkavanê Kurd ê Mahmut Tîmurtaş, îro 17ê Çileyê 2021ê li nexweşxaneya bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê koça dawî kir.
Mahmut Tîmurtaş 15ê Çile roja înê li bajarê Sêrtê krîza dil derbas kibirû û li Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê hatibû razandin.
Tevî hemû hewldanên pizîşkî yên du rojan Mahmut Tîmurtaş îro Yekşemê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Mahmut Tîmûrtaş siyasetmedarekî naskirî bû û piştî derbeya 12ê Îlonê ji ber doza DDKD-KÎPê hatibû girtin ku wekî piraniya siyasetmedarên kurd ên wê demê di Zîndana Amedê de mabû.
Tîmûrtaş zêdetirî 20 salan Seroktiya Şaxa Sêrtê û Mêrdînê ya Sendîkaya DISK GENEL-ÎŞê kiriye û li Şaredariya Sêrtê jî wekî Serokê Daîreya Karên Paqijiyê xebitiye.
Mahmut Tîmûrtaş bavê Berdevkê Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmurtaş e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin